Komîsyona Siyasî Nîzamî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji raya giştî re daxuyaniyek belav kir
Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye
Li gor daxuyaniyekê ku fermanderiya biryargeha Nawendî ya Parastina Gel (NPG) weşandiye, mixabin gerîlayekî ser bi vê biryargehê li devera “KizilKend” a ser bi bajarê Selmasê ve, rastî teqeya kes yan kesên nenaskirî hatiye û canê xwe ji dest daye
Komîsyona siyasî nîzamî a PDKÎ, kuştina her şoreşvanek kurd bi destê her kes û aliyekê re pirotesto û şermezar dike û dide zanîn ku tu tîm yan gurûpek girêdayî PDKÎ li wê deverê de nine û kiryara han, pîlan û kumpiloyek e ku bêguman destê dujminên kurdan têde heye û bi vî awayî dixwazin di neqeba hêzên kurdî de, guman, netifaqî û dubendiyan biafirînin
Hewce ye ku em tev aliyek hişyarê van pîlan û dek û dolaban bin û nekevine daviv û telika pîlangeriya dujminan
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komîsyona Siyasî Nizamî
30’ê Gulana 2015’an
9’ê cozerdana 1394’an a Rojî