pdki - arm - web

ژمارە حیسابی کۆمیتەی حدکا – بلژیک
Hejmar hesaba bankî ya PDKI Belgium

PDKI Belgium Bank Account Number

 

BE61738028963717

 BIC: KREDBEBB

kurdistanmedia-com

lawan-org

jinan-co

khwendkar-com

Dewreya 216’ê ya destpêkî li ser sînorên Rojhilata Kurdistanê bi dawî hat

 

1keleshinRêûresma bidawîhatina dewreya 216’ê ya destpêkî a pêşmerge, ku navê “Dewreya Gulê Îbrahîmî” li ser hate danîn, ji aliyê Komîsyona Perwerdehiyê ya PDKÎ ve li sînorên Rojhilata Kurdistanê bi rê ve çû

 

Li gora nûçeya nûçegihanê malpera Kurdistanmedia, Roja Pêncşemiyê 23.07.1394 (15.10.2015)’an rêûresma bidawîhatina dewereya 216’ê ya destpêkî a Pêşmerge bi sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên Kurd û Kurdistanê dets pê kir

Piştre beşdarên dewreyê, çendîn beşên curbicur wekî: “rêje, şerê sernîze, û amadeyiya leş” nîşan dan. Di beşeke din ya rêûresmê de, birêz Rostem Cehangîrî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ çend gotinek pêşkêş kirin

Cehangîrî di gotinên xwe de, amaje bi rol û erka pêşmerge di vê qonaxa nû ya xebatê de kir, û herwisa basek li ser xebat û berxwedana PDKÎ di salên borî de kir

Piştre rapora perwerdehiyê ya dewrê ji aliyê yek ji mamostayên fêrgehê ve hate xwendin, û piştre peyama dewreya 216’ê ya detspêkî a pêşmerge ji aliyê yek ji beşdarên dewreyê ve hate xwendin. Di beşeke din ya vê rêûresmê de, xelat bi ser serkevtiyên dewrê, di warên “serûberî û disiplîn û waneyên beşa siyasî” de hate parvekirin

Her bi boneya bidawîhatina dewreya destpêkî ya pêşmerge, ji aliyê beşdarên dewreyê ve, xelatek pêşkêşî Gulê Îbrahîmî hate kirin. Gulê Îbrahîmî nêzî 30 salan e, ku pêşmerga PDKÎ ye, û niha jî mil bi milê pêşmergeyên PDKÎ mijûlî tekoşîn û xebatê ye. Ew rêûresm ji çendîn perçe sirûd û stran û helbestan pêk hatiye

2keleshin3keleshin4keleshin

 

ڕۆژمێری کوردستان

4444

ژیاننامەی ڕێبه‌ران

peshawa-qazimohamad

shahid-dr-qasimlu

sadiq-sharafkandi