pdki - arm - web

ژمارە حیسابی کۆمیتەی حدکا – بلژیک
Hejmar hesaba bankî ya PDKI Belgium

PDKI Belgium Bank Account Number

 

BE61738028963717

 BIC: KREDBEBB

kurdistanmedia-com

lawan-org

jinan-co

khwendkar-com

Rostem Cehangîrî: Çûna hêzên pêşmergên Hizba Demokrat bo Rojhilatê, hewce bi îzna ti aliyekî nîne

 

seminar-rostem-cehangiri.pdki belgium20.06 4Semînaneke siyasî ji bo “Rostem Cehangîrî”, Endamê Deftera Siyasî a Hizba Demokrat li bajarê Antûypîrna ê welatê Biljîkayê derheq pêşhatên deverê û bi xasmanî Kurdistanê birêve çû

 

Roja şemiyê 20ê Hezîrana 2015`an, Semînarek a siyasî bi beşdariya nûnerên çend Hizbên siyasî yên Kurdistanê û berpirsên çend saziyên sivîl û endam û alîgirên Hizba Demokrat, ji bo” Rostem Cehangîrî” endamê Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, di bajarê Antwerpen ê welatê Biljîkayê de birêve çû

Semînar bi sirûda “Ey Reqîb”û bi deqeyek bêdengî jibo rêzgirtin ji riha şehîdên rêya azadiya Kurdistanê destpê kir

Di destpêka Semînarê de,“Rostem Cehangîrî”endamê Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat a Kurdistanê behseke giştî li ser rewşa Kurd û guhertinên dawî yên devera Rojhilata Navîn û bandorên li ser pirsa Kurd pêşkêş kir

Cehangîrî di wê Semînarê de bas ji bûyerên cur bi cur ên siyasî kir û siyaseta Hizba Demokrat li hember wan guhertinan ji bo beşdaran şirove kir

Wî endamê Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat di beşeke din a wê Semînarê de, bas ji rewşa Kurdistana Rojhilat kir

Di vê beşê de, Rostem Cehangîrî derheqê durustbûna pevçûna navbera pêşmergên Hizba Demokrat û Gerîlayên PKKê û şehîd û birîndar bûna 4 pêşmergên Hizba Demokrat de gotarek pêşkêşkir kir û bi hûrî alûgorên wê dawiyê ên deverê bo beşdarbûyên Semînarê şirove kir

Cehangîrî di dawiya gotinên xwe de, da zanîn ku xebata Hizba Demokrat tenê dijberên maf û azadiyên xelkê Kurdistanê armanc girtiye û xesar bo ti aliyekî Kurd nebûye û nabe. Çûna hêzên pêşmerg bo çalakiyan jî hewce bi îzna ti aliyekî Kurd nake

Paş dawîhatina beşa yekem ya Semînarê, li ser axaftinên Rostem Cehangîrî, komelek pirsiyar ji aliyên beşdarbûyan ve hatin kirin û navbirî jî bi hûrî bersiva pirsiyaran da

seminar-rostem-cehangiri.pdki belgium20.06 1seminar-rostem-cehangiri.pdki belgium20.06 2seminar-rostem-cehangiri.pdki belgium20.06 6seminar-rostem-cehangiri.pdki belgium20.06 5seminar-rostem-cehangiri.pdki belgium20.06 4seminar-rostem-cehangiri.pdki belgium20.06 3

 

ڕۆژمێری کوردستان

4444

ژیاننامەی ڕێبه‌ران

peshawa-qazimohamad

shahid-dr-qasimlu

sadiq-sharafkandi