pdki - arm - web

ژمارە حیسابی کۆمیتەی حدکا – بلژیک
Hejmar hesaba bankî ya PDKI Belgium

PDKI Belgium Bank Account Number

 

BE61738028963717

 BIC: KREDBEBB

kurdistanmedia-com

lawan-org

jinan-co

khwendkar-com

Heşda şe’bî û Spaha Pasdarên li dijî Kurdan di eniyekê de ne

 

heshd-shebiDi heyama sê rojên derbazbûyî de Heşda Şe’bî û Spaha terorîst a Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê, li bajarê Dûzxurmatû yê, di eniyekê de li dijî hêza pêşmerge û Herêma Kurdistanê şer dikin

 

Li gorî wan nçûeyan ku hatine belavkirin, heyamê sê rojan e ku hêza Heşda Şe’bî ku ji Mîlîşiyayên Şî’e ên Îraq û Îranê ji aliyê Spaha Pasdarên rejîma Îranê ve rêkxistin û piştevanî tê kirin, tevî Spaha Pasdarên rejîma Îranê, li dijî hêza pêşmerge şer dikin û eva jî bûye sedema nigeraniyê

Li gorî zaniyariyan heya niha pitir ji 49 avahî û 20 dukan li Xurmatû yê hatine şevitandin û eva jî zirarek 5 milyard dînarî bo hemwelatiyan bi dû xwe re aniye

Herweha çavkaniyan eşkere kir ku bi sedema şer û pevçûnên di navbera hêza pêşmerge û Heşda Şe’bî de, heya niha 12 çekdarê Heşda şe’bî hatine kuştin û herweha 14 pêşmerge birîndar ketine û 6 hemwelatî şehîd ketine û 20 ên din jî birîndar in

Di vê derheqê de rêveberê Asayîşa Xormatû ragehand ku, êvarî ya roja Yekşemî 24’ê Xezelwer a sala 1394’an, hêzek taybet a ser bi Heşda Şe’bî ku ji 20 tirûmbêlan pêk dihat, hatine nava bajarokê Xurmatû û di encama şer û pevçûnên di navbera wan û hêza pêşmerge de, kesk bi regez Turkmen li taxa Eskerî ya Xurmatûyê hate kuştin

Şêx ce’fer Şêx mistefa Fermandeyê hêzên pêşmerge û heweha wezîrê berê yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ajansa nûçegehaniya Anadoliyê ragehand ku, ew çekdarên hêza Heşda Şe’bî di bazgeyek hêza pêşmerge de riftarên nebaş kirine û bi wî sedemî şer û pevçûn derketine holê. Navbirî gef li çekdarên Heşda Şe’bî xwarin û ragehand ku, “êdî ji wan qebûl nakin”

Eva çar roj e ku şer û pevçûn di navbera hêza pêşmerge û Heşda Şe’bî de hetine holê û di encam de heya niha çekdarên Heşda Şe’bî hejmarek pêşmerge û hemwelatiyên Kurd şehîd kirine

Xurmatû dikeve Rojhilata Bexda ya serbajarê Îraqê ku yek ji wan herêmên Kurdistanî ên derveyî îdareya herêma Kurdistanê ye ku ji sala 1976’an a Zayînî pê ve ji aliyê hikûmeta wî çaxî ya Îraqê ve, ji parêzgeha Kerkûkê ve hatiye veqetandin û avêtine ser parêzgeha Selahedînê

 

ڕۆژمێری کوردستان

4444

ژیاننامەی ڕێبه‌ران

peshawa-qazimohamad

shahid-dr-qasimlu

sadiq-sharafkandi