pdki - arm - web

ژمارە حیسابی کۆمیتەی حدکا – بلژیک
Hejmar hesaba bankî ya PDKI Belgium

PDKI Belgium Bank Account Number

 

BE61738028963717

 BIC: KREDBEBB

kurdistanmedia-com

lawan-org

jinan-co

khwendkar-com

PİRTUKA WEZİRÊ EŞO YA DAWİ DERKET: “Pirtûkên Kurdî, Li Ser Kurdan - Li Ermenistanê”

 

wezire-esho-pirtuka-nuLi gor agahiyên ku rêveberiya  Ararat News / MED Diplomatic Publishing, ji me re şandine,

pirtûka nemir Wezîrê Eşo ya dawî, li ser dîroka perwerda zimanê Kurdî li Sovyetîstana berê ji aliyê weşanxana Ararat News / MED Diplomatic Publishing ve derket.

 

Beriya ku nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-rêdaktor û wergêrê Kurd yê bi nav û deng 23ê Rêbendan a sala 2015’a, 81 salîya xwe da, li paytexta Yekîtîya Ewrupa û Belcîkayê, bajarê Brûksêlê çû li ser dilovanîya xwe, Apê Wezîr ew pirtuka xwe sala 2014 da dabû weşanxana Ararat News / MED Diplomatic Publishing ku ew çap bikin. Xwedanê weşanxana Ararat News Ronî Alasor soza xwe bicî anî û bi hevkariya malbata Wezirê Eşo ew pirtuk weşand.

Pirtuk çiqaz wek xwesteka Wezirê nemir wek “Pirtûkên Kurdî, Li Ser Kurdan - Li Ermenistanê” hate çapkirinê jî, lê belê ew ronahike berfire dide xwendevana ku çawa zimanê Kurdî cara ewil dîrokêda bu zımanê perwerdê, li Sovyetistana berê. Her wisa, pirtuk ji bo hemu xwendevanên Kurd gelek pêwist û balkêşe, teybeti jî ji bo mamostên Kurd, dirokzan, akademisyen û lêkolinvanan.

Wezîrê Eşo, derheqa armanca vê pirtûka xwe da wiha dibêje : Haya Kurdan li welatê me, Kurdistanê, û li beşên diyaspora Kurdî, bilî ya Sovyêtistana Berê, kêm yan jî qet ji dîroka Kurdên Sovyêtistana Berê û nemaze ji edebyet û çanda wan tune bû. Weke pisporekî dîrok, edebyet û çanda Kurdên Sovyêtistana Berê, ez xwe berpirs dibînim ku vê valahiyê weke karîn û zanîna xwe dagrim, tijî bikim. Ez bêtir, ji ber wê yekê, vê armancê bi cî tînim ku Kurdên li dervayî Sovyêtistana Berê bikaribin wê dîrokê weke ders, weke fêr bibînin û bi kar bînin.

HUN ÇAWA DIKARIN PIRTUKA WEZÎRÊ EŞO DEST XWE XIN : Pirtuk 137 rupele û 48 wênên ronakbîr û qehremanên ku xizmeteke mezin dane şoreşa perwerde û lêkolina zimanê Kurdî ci digre. Hukumeta Kurdistanê û nunerê wê yê Yekîtîya Ewrupa berêz Dîlawer Ajgeîy ji piştgirîya bêşek ji derçûyên çapkirina pirtuka Wezîrê Eşo dane li ser milên xwe. Kesên ku bixazin ku pirtuka Wezirê Eşo dest xwe bi xin, ew dikarin weşanxana Ararat News / MED Diplomatic Publishing ( ئەم ئیمەیڵە پارێزراوە لە سپام, پێویستە جاڤا سکریپت چالاک بکەیت بۆ بینینی. ) Buroa Kurdi ( ئەم ئیمەیڵە پارێزراوە لە سپام, پێویستە جاڤا سکریپت چالاک بکەیت بۆ بینینی. ) û İnsituya Kurdi Bruksêlê ( ئەم ئیمەیڵە پارێزراوە لە سپام, پێویستە جاڤا سکریپت چالاک بکەیت بۆ بینینی. ), an ji malbata Apê Wezir ra bikevin têklayê.

Wezirê Eşo kî ye ?

Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê, 1’ê Mijdara sala 1934’an li payîtextê Gurcistanê-Tivlîsê hatiye cîhanê. 1958a fakûltêta (beşa) Zanîngeha payîtextê Ermenîstanê – Yêrêvanê ya dîrokê xelas kiriye. Salên 1958-1961ê weke serokê dibistana gundê xwe - Pampê (li nawça Axbaranê) kar kiriye. Salên 1961-1963an li Lênîngiradê (niha Pêtêrsbûrg) beşa Kurdi-Kurdzaniyê da ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê. Salên 1964-1994a wek rêdaktor, serrastkir û kontrolkirekî çapemeniya Ermenîstanê yê sereke, her usa jî wek rêdaktor-wergêrê beşa weşanên bi Kurdî ya Radiyoya Ermenîstanê li Yêrêvanê kar û barên xwe bi cî anîne.

Apê Wezîr, piştî ku sala 1995a da hate Belcîkayê, heya roja mirina xwe dest kar û xebatên xwe yên ronakbîrî û PEN a kurdewarî berneda. Jîyana Apê Wezîr herdem dewlemend, Kûrdewar û serbilind bû.

Apê Wezîr, heya roja mirina xwe jî dest kar û xebatên xwe yên ronakbîrî û Kurdewarî berneda. Ew wek herdem, roja 9ê Rêbendanê sala 2015a dîsa çû Bûroya Kurdî cem torîna Cemîl Paşa Perwin Xanimê. Dema ku êvarê vegerya mala xwe, Wezîrê Eşo kete komaê û piştî 14e roja, 23ê Rêbendan a sala 2015’da koça xwe li nav me barkir û çû li ser dilovanîya xwe.

Rastî 81 sal ji bo Apê Wezîr jîyaneke kin bû, bes jîyana wî herdem dewlemend, Kurdewar û serbilind bû. Hemu Kurd û Kurdîstanî, rêxistin û sazîyên Kurdîstanê kar û xebatên Apê Wezîr bîrnekirin û Wezîrê Eşo wek Wezîrê Kurd şandin li ser dilovanîya wî. Dema kû me Apê Wezîr şande qebra wî, li ser goristanê hemû nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî, Ermen û Asurî-Suryanî bêşdar bûn û rêza xwe dan Wezîrê Eşo.

Serokê Kurdistan a Başûr, Serok Mesud Berzanî jî mesajek ji bo Apê Wezîr şand û mesaja Serok Berzani alîyê nunerê Hukumeta Kurdistanê Dîlawer Ajgeîyî da hat xwendin. Her wisa Serokê Kongra Gel Remzî Kartal, Endamê Rêveberiya KCK ê Zubêr Aydar, li ser navê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê Dr Xusro Abdulahî, Serokê Buroya Kurd a Brûksêlê Perwîn Xanim û Sedqî Terwanshe, nunerê Partîya Demokrat a Kurdistane li Belcika ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan (PDK), Partîya Demokrat a Kurdistan a Ýranê, Partîya Sosyalîst a Kurdîstan (PSK), Partîya Yekîtîya Demokrat a Surîyê, Yekîtîya Kurd li Surîyê û Partî Demokratîa Kurd Surîye axaftinek kir.

Text u foto : Ararat News / MED Diplomatic Publishing .

Bruksel, 19/11/2015

 

ڕۆژمێری کوردستان

4444

ژیاننامەی ڕێبه‌ران

peshawa-qazimohamad

shahid-dr-qasimlu

sadiq-sharafkandi