pdki - arm - web

ژمارە حیسابی کۆمیتەی حدکا – بلژیک
Hejmar hesaba bankî ya PDKI Belgium

PDKI Belgium Bank Account Number

 

BE61738028963717

 BIC: KREDBEBB

kurdistanmedia-com

lawan-org

jinan-co

khwendkar-com

Peyama hevderdiya Birêz Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ bo François Hollande serkomarê Fransayê

 

hollande-hejriRêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ peyameke sersaxiyê derheq bûyerên Parîsê, ji serkomarê Fransayê re şand ku eva jêr deqa vê peyamê ye

 

Rêzdar serkomar

Di vê dema dijwar de, ez îznê didim xwe ku bi şandina peyamekê li ser navê PDKÎ, tevî hevderdîkirina digel we, sersaxiyê bêjme we, û ji riya we ve jî bêjme hemû xelkê Fransayê, ku di şeva 13.11.2015’an de, li parîsê ketin ber êrîşa terorîstî û hovane

Ew êrîşên hovane di rastî de, cînayet li dijî mirovahiyê ne, û li dijî buha û nirxên cîhanî ên wekî aştî û azadiyê ne, ku Fransa yek ji wan welatan e ku parêzerê wan nirxa ye. Em vê cînayeta li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin, û pêdagiriyê dikin li ser hevbendiya rastbêjane û sadiqane ya xwe digel xelkê Fransayê li dijî hovîtî û terorîzmê. Kerema xwe silavên sadiqane ên min qebûl bikin

Mistefa Hicrî

14.11.2015

 

ڕۆژمێری کوردستان

4444

ژیاننامەی ڕێبه‌ران

peshawa-qazimohamad

shahid-dr-qasimlu

sadiq-sharafkandi