pdki - arm - web

ژمارە حیسابی کۆمیتەی حدکا – بلژیک
Hejmar hesaba bankî ya PDKI Belgium

PDKI Belgium Bank Account Number

 

BE61738028963717

 BIC: KREDBEBB

kurdistanmedia-com

lawan-org

jinan-co

khwendkar-com

Gireva girtiyên siyasî ên Kurd li Sine û Zahidan jî serhilda

 

zindan-ormiyeGirtiyên siyasî yên girtîgeha Sine û Zahidanê ji gireve birçîbûna girtiyên siyasî yên Kurd ên girtîgeha navendî a Urmiyê pêştevanîkirin

 

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, îro roja Yekşemî 30’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, piştî derbazbûna 11 rojan ji gireva birçîbûna girtiyên siyasî yên Kurd li zînda Urmiyê, hêj ji gireva xwe dest nekêşandin e

Bi sedema pêrenegihîştin û kiryar û helwêstên na mirovane ên berpirsên girîgeha Urmiyê, roja Pênşenî 20’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, girtiyên siyasî yên Kurd ên wê girtîgehê dest bi gireva birçîbûnê da

Piştî destpêkirina gireva girtiyên siyasî ên zîndana Urmiyê, girtiyên siyasî ên girtîgeha Sine û Zahidanê bi armanca piştevanîkirin ji gireva girtiyên Kurd ên zîndana Urmiyên, dest bi gereva birçînûnê dikin

Hejmarek ji girtiyên siyasî ên girtîgeha navendî a girtîgeha Zahidanê ku hejmara wan ji aliyê kempêyîna berevanîkirin ji girtiyên siyasî û silîv 20 kes hatiye bilavkirin, piştevaniya xwe ji gireva birçîbûna girtiyên siyasî ên Kurd li girtîgeha Urmiyê ku bi nameyeke vekirî bo Komîsiyera bilind a mafê mirov, rêxistina lêborîn a navdewletî û rêporterê taybet a Saziya Neteweyên Yekbûyî li karûbarê mafê mirov di Îranê de, îlankirin

Di nameya girtiyên siyasî ên Zahidanê de hatiye ku eger berpirsên girtîgeha Urmiyê pêdeçûn bi daxwazên girtiyên siyasî ên girtîgeha Urmiyê nekin, emê jî dest bi gireva birçîbûnê bikin

Herwiha zîndaniyên siyasî ên Kurd li girtîgeha Sine bi bilavkirina daxûyaniyek peştevaniya xwe ji gireva girtiyên Urmiyê kirine û ragehandine ku eger bêdeçûn bi xwasên girtiyên siyasî ên girtîgeha Urmiyê nehêkirin, bo piştevanîkirina ji wan girtiyane emê gireva birçîbûna xwe dest pê bikin

Girtiyên siyasî ên Kurd yên benda 12an a girtîgeha Urmiyê bo derbirîna narizayetî derheq bi nebaşbûna rewşa wan û herwiha givaş xistina ser girtiyên siyasî ji aliyê berpirsên zîndanê ve ji riya muhlet nedana malbatan bi dîtina zarokên xwe di girtîgehê de, îzna mifahwergirtin ji telefona zîndanê, veguhestina girtiyên siyasî bal girtiyên sûçdar bi tawançn giştî weke kuştin, dizî, kêrkêşan û ...hwd, dest bi gireva birçîbûnê kirin e

Piştî destpêkirina gireva girtiyên siyasî yên Kurd li zîndana Urmiyê di roja Pênşenî 20’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, berpirsên girtîgehê çendîn caran bi girtiyên siyasî derheq bi pêregihîştin bi arîşe û pirsgirikên nav girtîgehê de soz cîbicîkirinê dane, lê piştî domandina gireva girtiyan, berpirsên zîndanê gefên curbacur weke zêdekirina girtiyan di nav bendan de xwarine

Gireve birçîbûna zîndaniyên siyasî yên Kurd ên girtîgeha Urmiyê serbarê gefênxwarina berpirsên zîndanê, 11 roje ku hêj berdewam e

 

ڕۆژمێری کوردستان

4444

ژیاننامەی ڕێبه‌ران

peshawa-qazimohamad

shahid-dr-qasimlu

sadiq-sharafkandi