pdki - arm - web

ژمارە حیسابی کۆمیتەی حدکا – بلژیک
Hejmar hesaba bankî ya PDKI Belgium

PDKI Belgium Bank Account Number

 

BE61738028963717

 BIC: KREDBEBB

kurdistanmedia-com

lawan-org

jinan-co

khwendkar-com

Girtiyê siyasî yê kurd Bêhrûz Alxanî hat darvekirin

 

Biryara darvekirina “Bêhrûz Alxanî” girtiyê siyasî ê kurd li girtîgeha Ormiyê de hat cîbecîkirinbehruz-a

 

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja borî “Bêhrûz Alxanî” ji benda 12’an ve bo odeya takekesî ya girtîggeha “Derya” hatibû veguhastin û sibêdeya duh (çarşemiyê) hatiye darvekirin

 

behruz2Kombûna nerazîbûnê ya malbata Alxanî li pêşberî girtîgeha Ormiyê de

Hukmê darvekirina “Bêhrûz Alxanî” girtiyê siyasî ê kurd tevî 5 girtiyên din ku bi tawana bazerganîkirin bi madeyên bêhişker re li girtîgeha Ormiyê de hatibûn ragirtin, hat cîbecî kirin

Tê gotin ku malbata Bêhrûz Alxanî jib o wergirtina termê kurê xwe li pêşberî girtîgeha Ormiyê de kom bûbe

Endamekî malbata Alxanî li gotûbêja bi Nawenda Berevanîkirin ji mafê mirov a Kurdistanê darvekirina Bêhrûz Alxanî piştrast kir û ragihand ku berpirsiyarên girtîgehê bi me ragihandine ku jib o wergirtina termê ;Bêhrûz” seredana girtîgehê bikin

Êwariya roja sêşemî, 25’ê Tebaxa 2015’an, malbat û kes û karên wî girtiyê siyasî li pêşberî girtîgeha Ormiyê de kombûbek nerazîbûnê encam dan û daxwaza sekinandina hukmê darvekirina kurê xwe bûn

Her li vê derheqê de rêxistina lêborîna navneteweyî li daxuyaniyekê de, daxwaz ji berpirsên rejîma Îranê kiribû ku Bêhrûz îdam nekin

Bêhrûz Alxanî kurê Faris, xelkê bajarê Selmasê, di 7’ê Rêbendana 1388 a rojî de li bajarê Selmasê de bi tometa hevkarîkirin bi yek ji partiyên opozîsyona rejîma Îslamî ya Îranê re hat destbiser kirin

Navhatî li midehê destbiseriyê de li girtîgehên rejîma Îranê li bajarê Selmas, Xoy, Ormiye de ketibû ber îşkenceyê û dest û pêyek wî hatibû şikandin

 

ڕۆژمێری کوردستان

4444

ژیاننامەی ڕێبه‌ران

peshawa-qazimohamad

shahid-dr-qasimlu

sadiq-sharafkandi